Şeroyê Biro - Xozandaxê
wêneyê hunermendî:ê 45 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şeroyê Biro - Xozandaxê

Xozandaxê lê lê lê lê lê lê ber topê ye
De Almastê tu rabe bextê min ra ber topê ye
Wa (De) di binyêda darek dara zeytûnê ye
Ax dilêm yar yar dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar dilêm siyaro
Wa di binyêda darek dara zeytûnê ye.
Heçî gava pirsa Qeymezê Kurmanc ji min dikin
De îro sê roj û sê şeve Xozandaxa xopan
Bê xwedî ser kaniyê ye
Ax dilêm yar yar dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar dilêm siyaro
Xozandaxê lê lê lê lê lê lê gelî birano li ber war a
De Almastê tu temaşe ke bextê min ra li ber war a
Ay de îro sê roj û sê şev e tê da tê nalenala birîndar a
Ax dilêm yar yar dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar dilêm siyaro
Tê da tê nalenala birîndara
Heçî gava pirsa Qeymezê Kurmanc ji min dikin
De îro sê roj e donzde xortê eşîratê va
Bê xwedî mayî ne ber kolekê dara
Ax dilêm yar yar dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar dilêm siyaro
Xozandaxê lê lê lê lê lê lê gelî bira wan ferîka
Rojê xewam nayê destê germê germistanê
De şevê nayê destê mîratê van wawika
Ax dilêm yar yar dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar dilêm siyaro
De şevê nayê destê mîratê van wawika
Xelqê orta meydana Xozandaxê wenda kiriye teka tûka
Mi porkura Xwedê wenda kirye Qeymezê Kurdî
Xortê delal xwediyê gurzê ber cênîka
Ax dilêm yar yar dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar dilêm siyaro
Xozandaxê lê lê lê lê lê lê gelî bira wê bi mil e
De kalostê bextê min ra gelî birano wê bi mil e
Ava Qeymeztiyanî şewitî ser me girtiye tê xulexul e.
Ax dilêm yar yar dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar dilêm siyaro
Ava Qeymeztiyanî şewitî ser da girtî tê ye xulexul e
Xelqê orta meydana Xozandaxê wenda kiriye teka tûka
Mi porkura Xwedê winda kiriye Qeymezê Kurdî siyarê hespê xul e.
Ax dilêm yar yar dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar dilêm siyaro
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?