Şeroyê Biro - Zerîyê
wêneyê hunermendî:ê 74 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şeroyê Biro - Zerîyê

Erê he zeriyê mi go ji kona digerî konê wê da konê me ne,
Yar yar yar yar de yar yar wey lê wa wey lê.
Torinê, ji kona digerî kona wê da konê me ne,
Qîz bûkê Mala Hecî Qero ser bizêr e, enî gever e,
Sûret sor e, wa bi delme ne, ramûsan darê dinê gelek hene,
Ramûsanê qîz bûkê Mala Hecî Qero ji ramûsanê dinê zêde ne,
Way felekê, felekê ox.
Herê zeriyê mi go Kosedaxê mîrê çiya, yo yo yo yo,
Wey lê wa wey lê,
Torinê, Kosedaxê mîrê çiya,
Min û kewa gozel milê xwe li milê hev xistiye,
Çiya ne zozanê jorîn e mexelê pezkûviya,
Gelî malî cînarno, bextê we da me,
Kene henek laqirdiya ji bextê mi ra,
Morî mircanê zenda zer qetiya,
Mi go kawê kubarê tu netirse,
De wez ê siba van çaxa bavême nava xerc û xeracê cînar û maliya,
Wê hê felekê ox.
Herê hê zeriyê mi go bira awirê te nekevine kêlê kevira,
Yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo, kêlê kevira,
Ez ê bikim kawa kubar birevînim,
Xwe bavêjim her çar malê Cibira,
Herkê bûye wê bûye, herkê nebûye,
Ez ê xwe bavêjime her çar malê Têcira,
Felekê wê wê felekê ox.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?