Seyda Perînçek - Bila Ji Were Be
wêneyê hunermendî:ê 234 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Bila Ji Were Be

Tasek av û pariyek nan
Besî min e ked û wîjdan,
Ez naxwazim kêf û seyran
Law bila ji we re be oy
Bila ji we re be oy
Ez naxwazim kêf û seyran
Bila ji we re be

Min nabêje zêr û pere
Zarok dimrin ev çi şer e?
Çî min hebe bibin ji xwe re
Law bila ji we re be oy
Bila ji we re be oy
Destên xwe ji zarokan berdin
Bila ji we re be

Jin pîroz in zilmê nekin
Bi serdestî hikum nekin
Dinya derew min jê der kin
Law bila ji we re be oy
Bila ji we re be oy
Destê xwe ji jinan berdin
Bila ji we re be

Ez tenê mam birçî û tî
Birînê min qalik girtî
Mezinatî û sermiyantî
Law bila ji we re be oy
Bila ji we re be oy
Destê xwe ji azadiyê berdin
Bila ji we re be

Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?