Seyda Perînçek - Çiyager Roza
wêneyê hunermendî:ê 177 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Çiyager Roza

Dayê Amed bû cehennem
Zebeniyan dorê girtin, dorê girtin

Qirêjiya artêşa wan
Qirêjiya artêşa wan
Bi xwîna gelê'm nayê şuştin

Ji rojê şewqek qetiya
Xwe berda ji nava çiya, nava çiya

Jê re digotin fermandar
Jê re digotin fermandar
Berxikê ber dilê diya

Jê re digotin Çiyager
Jê re digotin Çiyager
Berxikê ber dilê diya

Rabe çeka xwe hilde lo
Em ê herin Sûra leheng
Bibin mêvanê fermandar Çiyager

Rabe çeka xwe hilde lê
Em ê herin Sûra leheng
Bibin mêvanê fermandar Roza porzer

Dayê bêhna sêva tê min
Dixan dere ji laşê min, ji laşê min

Tîlîliyê te nabihîzim
Tîlîliyê te nabihîzim
Guh ker bûne deng nayê min

Tîlîliyê te nabihîzim
Tîlîliyê te nabihîzim
Ji bombeyan deng nayê min

Ji heyvê şewqek qetiya
Xwe berda ji nava çiya, nava çiya

Jê re digotin fermandar
Jê re digotin fermandar
Berxika ber dilê diya

Jê re digotin fermandar
Jê re digotin fermandar
Berxika ber dilê diya

Jê re digotin Çiyager
Jê re digotin Çiyager
Bi navê xwe Roza Çiya

Rabe çeka xwe hilde lo
Em ê herin Sûra leheng
Bibin mêvanê fermandar Çiyager

Rabe çeka xwe hilde lê
Em ê herin Sûra leheng
Bibin mêvanê fermandar Roza porzer

Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?