Seyda Perînçek - Dibêjin Hûn Kî Ne
wêneyê hunermendî:ê 147 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Dibêjin Hûn Kî Ne

Koçber bibûn hatin
Em li wan bûn xwedî
Îro me nasnakin
Bê şerm û bê fedî

Dibêjin hûn kî ne
Nasnava(Zimanê) we nîn e
Em ji axa pîroz in
Zarokên Medî ne(Em Kurdistanî ne)

Gava ku bêwar bûn
Ji me re digotin bira
Îro xwedî mal in
Em dan destê guran

(Dîsgotin)

Ser axa Kurdistan
Şaristan jiyan e
Ser sînga niştiman
Şaristan jiyan e
Ji pêsîrên te mêtin
Tu dayika hemiyan e

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?