Seyda Perînçek - Gul Neda Behna Xwe
wêneyê hunermendî:ê 187 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Gul Neda Behna Xwe

Gul neda behna xwe
Bilbil ew dixwîne
Roj nade tîna xwe
Asîman xemgîn e

Gelo bê te ez hiştim
Li dû xwe nîvkuştî
Xwezayê ji bo min
Rondikan dirjîne

Gelo bê ji te xwîn dirêje
Hesreta te çav disoje
Her du çavên min kûr bûne
Nizanim şev an jî roj in

Havîn bû zivistan
Kul û xembariyan
Bê te bûm li ser dil
Wek naylon heliyam

Agirê nava min
her diçe kûr dibe
Ne ez kirim xwelî
Û ne jî tefiyan

Gelo bê ji te xwîn dirêje
Hesreta te çav disoje
Her du çavên min kûr bûne
Nizanim şev an jî roj in
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?