Seyda Perînçek - Hêdî Hêdî
wêneyê hunermendî:ê 193 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Hêdî Hêdî

Bû xwê û ket birîna min
Salan dibe ji emrê min
Dixwe goşte vî canê min
Mina gur a hêdî hêdî

Eşq û evîn wiha nîne
Çima mirov dihelîne
Bûye volkan dikewîne
Vî dilê min hêdî hêdî

Ez çûm ku ew hat li pê min
Xwe kir hevalê dilê min
Bê bazarî wê emrê min
Ji xwe re bir hêdî hêdî

Dikşînim zor û zahmetê
Bi wê bûm xwedîyê rûmetê
Evîn jahr be wek şerbetê
Ezê vexwum hêdî hêdî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?