wêneyê hunermendî:ê 94 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Keder

Her gotin mirin bû
Xweş nebû şûna wan
Hêrsa te bû lehî
Û xeniqî jiyan

Te ez hiştim bê çare
Hebûna min bar e
Giyana'm qurmiçî
Xeyalên te jehr e

Yar bi kêr û xencer
Jê ke dil û ceger
Birînê'm bide der
Bes e ev keder

Para min bû agir
Heviyê min bûn xwelî
Nava min bû tenûr
Agir jê difûrî

Ruh ji can qetiya
Bû teyrek firiya
Çuyînek bê veger bû
Ev çîrok qediya

Yar bi kêr û xencer
Jê ke dil û ceger
Birînê'm bide der
Bes e ev keder

Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?