Seyda Perînçek - Roja Cengê
wêneyê hunermendî:ê 48 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Roja Cengê

Kurdo şiyar be, bes tu tê kuştin
Qirêjiya xwe bi xwîna te şûştin
Kurdo şiyar be, her tu tê kuştin
Qirêjiya xwe bi xwîna te şûştin

Şehîd ji bo te daye canê xwe
Rake çeka wî hilde tola xwe
Şehîd ji bo te daye canê xwe
Rake çeka wî hilde tola xwe

Lê xe lawê min, lê xe
Lê xe berxê min, lê xe
Lê xe keça min, lê xe
Îro roja cengê ye

Hesin tewandin, Zîlan û Egîd
Rustem û Adil, Rûken û Cemşîd
Di rojên reş de, ew çira te ne
Rabe ji xewê, ew besî te ne

Lê xe lawê min, lê xe... (Dîsgotin)

Pir mezin e ked, nirx bilind bûye
Tevgera azad, şoreşgerî ye

Jiyana hevpar armanca me ye
Hevalê Hakî mînaka me ye
Jiyana hevpar armanca me ye
Hevalê Kemal rûmeta me ye

Lê xe lawê min, lê xe... (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?