Seyda Perînçek - Sê Jîn Sê Jiyan
wêneyê hunermendî:ê 272 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Sê Jîn Sê Jiyan

Dil bûye kevir, mejî bûye ka
Ser û dest bûn meqes, rih kirine dar
Can kirin pêl bi ser dikevin
Pergal hilweşin ew ê bikevin

Li ser text bêhiş dibin
Dikujin, serxweş dibin
Bi xwînê dilxweş dibin
Wê di dîrokê de rûreş bibin
Dikujin, dilgeş dibin
Wê di dîrokê de rûreş bibin

Ew sê çira bûn, weke çiya bûn
Qet netewiyan, tim bibiryar bûn
Bi dilan çandin tovên jiyanê
Xemilî dîroka Kurdistanê

Li ser text bêhiş dibin
Bi xwînê serxweş dibin
Dikujin, dilgeş dibin
Wê di dîrokê de rûreş bibin

Hilandin tola pênc hezar salan
Koletî kuştin avêtin çalan
Kirin şoreşa mirovahiyê
Bûn tirsa dilê dagirkeriyê

Li ser text bêhiş dibin
Bi xwînê rûreş dibin (Bi xwîna gelê'm serxweş dibin)
Dikujin, dilgeş dibin
Wê di dîrokê de rûreş bibin
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?