Seyda Perînçek - Tu Nabê Çi
wêneyê hunermendî:ê 225 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Tu Nabê Çi

Dilo çavên min xezalek dît
Ez bimirim tu nabê çi
Çavên wê reş û belek e
Ez maçî kim tu nabê çi?

Gepê wê sêvê Meletî ne
Lêvên wê şîr û şerbet in
Gelek cih û war bi dû ketin
Ez jî herim tu nabê çi?

Aaay Oooy niştiman e,
Kurdistan e, ew xezal e

Kirasê wê kesk û sor e
Kemera nava wê zer e
Ba min dike, dibêje were
Ez ê rûnêm tu nabê çi?

Dilo dilê te bi vîn e
Xezal ?dide şewiqîn e?
Vî canê min dikewîne
Ez bihelim tu nabê çi?

Aaay Oooy niştiman e,
Kurdistan e, ew xezal e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?