Seyîdxan - Gulazer
wêneyê hunermendî:ê 379 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyîdxan - Gulazer

Rengê xwe bîxemlîne
Kilên çavan lê bîne
Bejn û balê bihejîne
Gula zer Kurdistan e

Hemû gul û rîhan e
Li ser te şer û şan e
Ez hebûna te heme
Sorgula min Kurdistan e

Tu kulîlka nîsanê
Rengê xwe da cîhanê
Bi dengê berxwedanê
Evîna'm Kurdistan e

Rengê xwe bîxemlîne
Kilên çavan lê bîne
Bejn û balê bihejîne
Gula zer Kurdistan e

Yara min pir şêrîn e
Bilbil li ser dixwîne
Derd û xema direvîne
Tu warê Mem û Zin e

Ji bedew e bejna te
Cûdî û Agirî xemla te
Dîcle û Firat keziyê te
Pîroz be'l şervanên te

Rojhilata navînê
Gul kesk û sor û şînê
Gula min keda jinê
Gula min Kurdistan e

Gotin û Muzîk: Seyîdxan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î