Şibliyê Çaçan - Lê Wayê
wêneyê hunermendî:ê 45 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şibliyê Çaçan - Lê Wayê

Oy oy oy lê wayê, lê wayê ay ay ay, lê wayê, lê wayê,
Deveray porkura xungay te şer be, nemîne rûbarî dinyayê,
Birîna Çaçanê birangê xedar e, xweyo kew lê nayê.
Lê wayê, lê wayêê ê, lê wayê, lêwayê ê ê,
Ez ê bêjim Qazê, Çîlê, Kêjê xwayê,
De werin por û guliyê xwe kur kin,
Herine ber Rebbê alemê dîlekê vê recayê,
De bêjin bavê me kal e, dayîka me gelekî wê bedhal e,
De bira mala kafirê gêrman ne xana Xwedê be,
Mal da hiştiye Şiblî tenê,
Xwedê zane tek tifal e.
Lê wayê, lê wayê, lê wayê,
Lê wayê, lê wayê, Qazê xwayê,
De mi go Bûdepêştê dinêrim, êvar e wê bû tarî,
De divê eskerê kafirî gêrman hatiye lê hêwirî,
De bira mala kafirê gêrman ne xana Xwedê be,
Te çawa gulekê berî bedena birangê mi daye, tayê bi tenê ye,
Mal da maye bêşika Şibliyê kurîn,
Xwedê zane çavê mi rênga bavê wî qerimî, lê wayê, lê wayê,
De Biray porkura xungay de şer be, nemîne rûbarî dinyayê,
Ê de çima kula kafirî gêrman dilê her çar xungê lo di dernayê.
Lê wayê, lê wayê ê ê, lê wayê, lê wayê Kejê xwayê,
De mi go birawo nekeve tevî, tevî sar e,
De divê dengê top û pilîmotî kafirî gêrman,
Te çawa ser birangê mi da zarezar e ay ay ay,
Kesekê tune cavekê bive nehiya Talînê gundê Qiziltepe ra,
Bibêje Almas xwayê Çaçanê Hiseyn sondekê xwariye,
Heta dijmin ad neke nayê rayê,
De lêxê, de lêxe birangê mino de tu lêxe,
Nav û dengê welatê Sovyetê giran e,
Xwedê zane rûbarî ha dinê xe.
Lê wayê, lê wayê ê ê, lê wayê Çîlê xwayê,
De mi go ezê quling bûm diqîriyam,
Ketime welatê Bûdepeştê, nava cinyaza digeriyam,
Kesekî tune saloxê cinyazê birangê mi ra bida,
Ezê por û poşman ser kalebavê xwe da vegeriyam, lê wayê, lê wayê,
De beray porkura xwungay te şer be, nemîne rûbarî dinyayê,
Birîna Çaçanê birangê xedar e xweyo kew lê nayê.
*Tevî: Tabya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?