Şibliyê Çaçan - Lo Lo Bavo
wêneyê hunermendî:ê 24 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şibliyê Çaçan - Lo Lo Bavo

Ay ay ay, lo lo lo lo bavo, bavo şer e, xweyo şer e, şer giran e,
Şer giran e, Tamîr axa kela mêran e, dîsa mêrê hewar gaziyan e, ay ay ay,
De lêxe, kekê Fedlayê de tu lêxe,
Eskerê roma reş giran e, derdê Kela Wanê derxe way.
Ay lo lo lo lo bavo, lo bavo şerekî qewimiye Tewrêzê Dîlemarê biniya rê da,
Lo xweyo, qalekî qewimiye Tewrêzê Dîlemarê binya rê da,
Andranîd Paşa xweşnîdalê xwe hilda qayîşê mawîzerê lo tev girêda,
Hê de qayîşê mawîzerê lo tev girêda,
De go Simbê gardaş bextê we da me, de rabin cewabekî bidine Cangîr axa,
De rabin cewabekî bidine Cangîr axa,
Ê de bêjin emê bextê te ne lo tu Xwedê da,
Ê de rabe nesekine hewar e, hêsîrê me maye Kela Wanê lo bin berfê da,
De lêxe, kekê Fedlayê de tu lêxe,
Eskerê roma reş giran e, de derdê Kela Wanê derxe way.
Ay ay ay, lo lo lo lo lo lo lo bavo,
Lo bavo divê Fêlî paşa hate Wanê,
Têlekê dabû mişîrê Erzeromê, Ezirganê,
De go mişîro bextê te Xwedê me,
De rabe çend topeka bişîne Wanê,
Ê de rabe çend topeka bişîne Wanê,
Ê de divê hezar mêrê canfîda derketiye Rewanê,
De tu were lêxe, biqelîne koka lo me teva ye,
Ê de lêxe, kekê Fedlayê de tu lêxe,
Eskerê roma reş giran e, de derdê Kela Wanê derxe.
Ay ay lo lo lo lo bavo,
Bavo şer e, xweyo şer e, şer giran e,
Şer giran e, Cangîr axa kela mêran e,
Dîsa mêrê hewar gaziyan e,
De lêxe, kekê Fedlayê de tu lêxe,
Eskerê roma reş giran e, de derdê Kela Wanê derxe ayî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?