Silbûs û Tarî - Oxir Be
wêneyê hunermendî:ê 213 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Silbûs û Tarî - Oxir Be

Eman eman min bêbavê
Kuştin kurê min tevlî bavê
Kolanên qiziltepê bûn gola xwînê
Li bejna berxê min ne guleyek bû ne jî dudu
Dayê min nizanî destê xwe bidim ser kîjan birînê
Yadê min nizanî destê xwe bidim ser kîjan birînê

Rojek payîzê, li berê êvarê
Gotin oxir rêwî ye, jiyan bi min bû tarî
Dar û kevir min barî

Oxir be oxirê min
Bide nav baxca
Silavan ji min bide bavê xwe
Digerim vegerim biroj û bişevan
Çolan xistim, çiyan xistim weke mîyan û berxan

Kincên we naşom, bila bêhna we jê bê
Nivînan ranaxim, dilêm gelo şil nakê

De loy de loy loy loy
Destmala destê qîzano
Çîçeka ciwanan
Kelemê çavê dijminan

Sêzde gule sêzde gule
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î