Sîmir Rûdan - Aliyê Din
wêneyê hunermendî:ê 30 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Sîmir Rûdan - Aliyê Din

Dipirsim
Ew tişta em pê têr û tijî bibin
Heye an nîne?
Em lê digerin
Di vê dera mij û tarî de
Li roniya evînê
Min got êdî lê nagerim
Bila hezkî nebînim
Çi ye qey ev westandin
Em ê xwe bikujin
Hatina te pîroz bû
Ji bo min jî tu bes bûyî
Ger tu werî em herin
Aliyê din
Dimeşim
Diwestim, dikevim
Radibim dîsa dimeşim
Wek zarokan
Ji bîr dikim
Da bikarim dest pê bikim
Ji tiştên beredayî re êdî ez
Xwe naxapînim
Xwe naxapînim…

Min got êdî lê nagerim
Ma ne her ez nabînim
Çi ye qey ev westandin
Em ê xwe bikujin
Hatina te pîroz bû
Ji bo min jî tu bes bûyî
Em xwe bidin aliye din
Aliyê din…
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?