Sîmir Rûdan - Dûr Nekeve
wêneyê hunermendî:ê 67 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Sîmir Rûdan - Dûr Nekeve

Nedikarî derkeve ji malê hinga bivê
Ne dihêlişt dayika wê
Gelek jê hez dikir
Digotê:
"Neçe, dûr nekeve
Cilikên sor li xwe neke
Çavên xwe bigire hêdî veneke
Tu weneke, wekî zarokên din
Di kolanan de dileyîzin
Tên, diçin, dilezînin
Mezin dibin dikevin dinyayê
Bi dinyayê bi dinyayê bi dinyayê
Bi dinyayê bi dinyayê bi dinyayê
Tu nekeve
Bê min negere!"

Ax û baran digihin hev
Hêşîn dibe tov hingê
Destê wê kengê jê diqete
Dixwaze di bin dawê de be
Dibêjiyê:
"Keça min, dûr nekeve
Wan cilikên sor li xwe neke
Çavên xwe bigire hêdî veneke
Tu weneke, wekî zarokên din
Di kolanan de dileyîzin
Tên, diçin, dilezînin
Mezin dibin, dikevin dinyayê
Bi dinyayê bi dinyayê bi dinyayê
Bi dinyayê bi dinyayê bi dinyayê
Tu nekeve
Bê min negere!"
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?