Sirûda Kurdî - Çek Hellgirî Xakêkim
wêneyê hunermendî:ê 74 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Sirûda Kurdî - Çek Hellgirî Xakêkim

Çek hellgirî xakêkim
Dujmin leserî zall e
Min bûmete bêgane û
Bêgane xawen mall e

Ger umir bida mawe
Rêbazî xebat egrim
Şêrane be şer dêm û
Piyawane ebê bimrim

Ey dujminî malwêran
Zor wexte ke emşêlî
Gum nabît leber çawim
Narroyt û becêm bêllî

Herçî ke hebû birdit
Çî mawe hellî lûşî
Ey gurgî ziyan dîde
Bo hênde dirr û tûşî

Ger bimdene ber gule
Em rêgeye rêgame
Labirdinî talanker
Estandinî birwame

Xwênawî leşî xelk e
Babolley desî rollet
Ey lawî şehîdî kurd
Estênîn heq û tollet

Em rêge ke girtûme
Diwarojî le lam rûn e
Ya serkewtinî kurd e
Ya merg û têdaçûn e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?