Şivan Perwer - Baran Barî

Şivan Perwer - Baran Barî
Baran barî Gulê Gulê tene teneVana rêçên were Gulê min û te ye
De bilezin Gulê Gulê zû bimeşin
Rojên giran were Gulê li benda mene
Baran barî Gulê Gulê hûr hûr lê kir
Gul û sosin were Gulê rengê xwe vekir
Çiya û zozan Gulê Gulê tev xemilîn
Kanî û rûbar were Gulê tev de derkir
Baran barî Gulê Gulê her der xweş kir
Dar û zevî were Gulê tev de geş kir
Tu ciwan î Gulê Gulê pir delalî
Dilê fêsad Gulê Gulê te pir reş kir
Tu ciwan î Gulê Gulê pir bedewî
Dilê nerinda Gulê derda reş kir
Şîrove