Şivan Perwer - Bavê Fexriya
wêneyê hunermendî:ê 732 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Bavê Fexriya

Bavê Fexriya qurba min go îro dinya ewr e oy…
Ax lo nabe sayî, hawar li min min rebenê
Lê li bavê Fexro derketine taqîbatê
Tabûra Sêrtê bi sê alayê hawar li min oy...
Gelî gundî û cîranan çima bavê Fexro ne li mal e?
Hun dibînin ode ji mêvanan xir û xal e
Hawar li min min rebenê oy…

Bavê Fexriya qurba min go ji înê heta înê
Hawar li min min rebenê
Îro sê roj û sê şev e bavê Fexro birîndar e li nav nivînê…
Ezê rabim daw û delingê xwe hilgêvim herim Handaka xopan
Mala Erekêlê hekîm, bêjim hekîmo qurba sîng û berê min rebenê
Ji bavê Fexro re bike melhema devê vê birînê hawar li min
Heyfa mêra ye di çi halî, hawar li min min rebenê

Min go bavê Fexro were em bi destê hevdu bigrin... oy
Ax lo herin çiya, hawar li min min rebenê
Lê li min mal şewitiyê ezê derbasî hêla malê bûme
Bavê Fexro bi ser birînê xwe de kûr dinaliya hawar li min
Heyf û xebîneta bavê Fexro, siwarê Gêjo, torinê mala Ezo
Birîndar bû bi sê gulên van Romiya ax hawar li min
Emrê çûyî car di nayê min rebenê

Bavê Fexriya qurba min go bi qîzanî lo…
Pir delal bûm hawar li min min rebenê
Gidî qurban wele bi bûkanî oy karxezal bûm hawar li min
Bişewite mala mêrê xerab û Romiyan
Çawa sala îsal ez pîr û kal bûm
Ax emrê çûyî car di nayê ay…

Gotin: Gelêrî
Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?