Şivan Perwer - Bilbilê Dilşadî
wêneyê hunermendî:ê 832 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Bilbilê Dilşadî

Hey bilbilê dilşadî hele wer bike fîgan
Derdê me giran e hey bira birîna me kûr e
Gorî te bikin cerg û mêlakê hem can
Dengê te yi xweştir ji ney û nay û bilûr e

Awazê dengêk ji sira bayê sibê ya
Hawê dijî xuşîna dahl û reza ye
Hawê sisiya jî bîhna şimamok û gula ye
Lewra kulê dinyê tu bi nav û çi meşûr e

Kerwanê me bi rê ketî şev reş û tarî
Serma ye dirêj kulyên di berfê her dibarî
Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat ey heval rakê me dûr e

Çar hawir me diz û keleş in tev dane dijmin
Me ji hev radiqetînin bir bi bir heyf û mixabin
Qet çare û hêviya me nemaye bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel gur zûrezûr e

Meydan e ji bo hirç û çeqel rovî û keftar
Gorîn te me hey bilbil ji ser darê tu wer xwar
Da pêk ve mijûl bim bi xwe çend rojên di dijwar
Îro li me ferman e li ser gerdenê şûr e

Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev
Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev
Dinya bi xwe dewran e, geh roj e geh şev
Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e

Bala xwe bide nik bayê barîn ey birader
Sitêra sibê îro li şerqî li me da der
Rewşen girî Kurdistan bi carek we seraser
Nîşana sibê ye fereca xêrê ne dûr e

Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye
Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye
Karwanê me wê bighêje midad û meqsedê ye
Çerxa felekê her dem bi fetl û ger û dewr e

Çerxa felekê her dem bi fetl û ger û dewran
Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan
Her çarê û hêvî me serdarê Berzan
Wek Tîrêj dibêje jîn divê kotek û zor e.

Gotin: Seydayê Tîrêj
Muzîk: Şêx Musbeh û Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?