Şivan Perwer - Bilbilo
wêneyê hunermendî:ê 196 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Bilbilo

Bilbilo xêr e vê sibekê tu li ser darê xweş dinalî
Ma tu jî weke min bêhal î
Kerem ke were em rûnin, mijûl bibin ka derdê te çi ye?

Bilbilo vê sibekê li ser darê dîsa tu çi dinalî?
Ax… Wer xuya dike bilbilo tu jî weke min bêhal î
De ezê nizanim tuyê ji derdê çi ye ewqas bi ax û fîgan î
Bilbilo de were em mijûl bin kerem ke ji ser darê were xwarê

Bilbilo vê sibekê tavek hatî çi himhim î
Ax kevir û kuçikên çiya û zinara li serê min hedimî
Bilbilo tu li perê darê ez bûme kevkurkek qula zinaran
Ax… Xêrnexwazan xera kirin germa buharê hêlîn li min herimî…

Bilbilo, bişewite mala Contirkan, kom kirin xortên hêja ji her hêlê da
Birin bi vê qentara devê rê da, nizanim dibin bi çi hêlê da
Li dû wan mane bûkên dest bi hine, di paş koz û perdê da bilbilo
Ax… Derd û kederên min ev in bilbilo ev çiya hatiye bi serê min rebenê da
Xerîb im, bêkes im, bêhal im de yar yar… lo lo bilbilo…

Gotin: Şivan Perwer
Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?