Şivan Perwer - De Lorî
wêneyê hunermendî:ê 393 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - De Lorî

De lorî kurê min lorî
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî

Gernas û mêrxas divê tu negrî
Şênî ku sax bin nema tu bimrî
Dujmin bi top û firok û leşker
Bombardiman kir welat li her der

(Dîsgotin)

Hilweşandin tev mizgeft û dîwar
Kûr kûr dinalin jar û brîndar
Zar û zêçên Kurd pir têne kuştin
Dexl û rez û pez tiştek nehiştin

(Dîsgotin)

Tazî û birçî kir banger û berf
Wan venaşêrin van şikeft û berqef
Li ser zikê xwe diçin bi mestî
Hin dest û hin pê, hin ser şikestî

(Dîsgotin)

Di şevreşan de gernas e rêber
Şêrê brîndar dema diçin şer
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî

(Dîsgotin)

Gelê hişyar e gelek giha ye
Tiving di dest e li ser çiya ye
Sêr û piling in hawîr dibazin
Doza me Kurdan serbest dixwazin

(Dîsgotin)

Bi xwîn nivîsîn li ser zinaran
Livir nemaye cîyê neyaran
Bi qeşte dujmin qada me berde
Ev der welatê gernasê Kurd e

(Dîsgotin)

Qada me berdin ji bo me yekser
Em aştîxwaz in me navê ev şer
Em jî wekî we divên serbesti
Ma kî dixwaze dîlî û bindestî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?