Şivan Perwer - Delalîkê Dilê Mino
wêneyê hunermendî:ê 538 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Delalîkê Dilê Mino

Kuro dîno ezê nizanim çi bêjim de hayê hayê… lo çi nebêjim
Lolo delalîkê dilê mino ezê nizanim çi bêjim de loy loy… lo çi nebêjim
Ronîka çavê mino ezê bûme bilbilekî ji banê de loy loy… ker û gêj im
Wele piştî çavê reş û belek dêmanên sorgulî
Belê ezê biçim ser milekî ji banê bilind
Hawar ezê nizanim çîrokê halê lo xwe ji kê re bêjim
Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez birîndar im
Ax de gidî lê gidî lo ez bêhal im

Hawar gundîno hûnê rabin de haye hay… lo qiyamet e
Malîno hûnê rabin de loy loy… qiyamet e
Belê axaftina vê zeriyê vê kubarê vê seyranê de lê lê… li min hesret e
Were gundîno hûnê ji min re bibin pale bêjin
Hawar gidî lo him bi xêr û him bi minet e
Gidî lo ax de gidî lê gidî lo şewityo gundo
Ax de gidî lê gidî lo wêrano gundo

Hawar gundîno hûn dizanin delalîkê dilê min rûdinê de hayê hayê… lo li vê taxêyo
Malîno hûn dizanin ronîka çavê min rûdinê de loy loy… li vê taxêyo
Ji xêra xwe re hûnê kaxizekî pê ve rê kin de way way… bira bêyo
Bêjin Xalito Emîna Îsa ji derdê te bêhal e
Hawar hûnê bêjin pir nexweş e û ji dil dinale
Hawar li min lo şewitiyo gundo lo çawa nêyo
Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez bêhal im
Ax de gidî lê gidî lo ez bê wê nabim

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?