Şivan Perwer - Delalîkê Dilê Mino
Gotinên Stranan
Şivan Perwer - Delalîkê Dilê Mino
Kuro dîno ezê nizanim çi bêjim de hayê hayê… lo çi nebêjimLolo delalîkê dilê mino ezê nizanim çi bêjim de loy loy… lo çi nebêjim
Ronîka çavê mino ezê bûme bilbilekî ji banê de loy loy… ker û gêj im
Wele piştî çavê reş û belek dêmanên sorgulî
Belê ezê biçim ser milekî ji banê bilind
Hawar ezê nizanim çîrokê halê lo xwe ji kê re bêjim
Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez birîndar im
Ax de gidî lê gidî lo ez bêhal im
Hawar gundîno hûnê rabin de haye hay… lo qiyamet e
Malîno hûnê rabin de loy loy… qiyamet e
Belê axaftina vê zeriyê vê kubarê vê seyranê de lê lê… li min hesret e
Were gundîno hûnê ji min re bibin pale bêjin
Hawar gidî lo him bi xêr û him bi minet e
Gidî lo ax de gidî lê gidî lo şewityo gundo
Ax de gidî lê gidî lo wêrano gundo
Hawar gundîno hûn dizanin delalîkê dilê min rûdinê de hayê hayê… lo li vê taxêyo
Malîno hûn dizanin ronîka çavê min rûdinê de loy loy… li vê taxêyo
Ji xêra xwe re hûnê kaxizekî pê ve rê kin de way way… bira bêyo
Bêjin Xalito Emîna Îsa ji derdê te bêhal e
Hawar hûnê bêjin pir nexweş e û ji dil dinale
Hawar li min lo şewitiyo gundo lo çawa nêyo
Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez bêhal im
Ax de gidî lê gidî lo ez bê wê nabim
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Şîrove