Şivan Perwer - Ey Ferat
wêneyê hunermendî:ê 272 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Ey Ferat

Ey Ferat, Ferat
Wek daxwaziya min pir dirêj, kûr hat,
Ey Ferat, Ferat
Kêferata te tê bi xumxum û lêw lêw
Nayê bîra te ne razan, ne xew,
Ey Ferat, Ferat

Herdem dinale bi qêrîn û gazî
Pêlan dide xwe bi qêrîn feryadî,
Ey Ferat, Ferat
Kêferata te tê bi xumxum û lêw lêw
Nayê bîra te ne razan, ne xew,
Ey Ferat, Ferat

Lê dizanim tu çi dixwazî
Tu jî wekî min dixwazî azadî,
Ey Ferat, Ferat
Kêferata te tê bi xumxum û lêw lêw
Nayê bîra te ne razan ne xew,
Ey Ferat, Ferat

Tu jî wek min ger bibûna Kurd
Ev xurtiya te dibû kul û derd,
Ferat li nava Kurdistanê diherê
Li ser te jî mayin û bombe danîne,
Tu çawa tehmûl dikî ?
Ferat tu Kurdî, lê Kurdê bêhiş î
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?