Şivan Perwer - Ez Dilgeşê Can Im
wêneyê hunermendî:ê 389 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Ez Dilgeşê Can Im

Ez dilgêşê can im
Ji dozê re şivan im
Saza'm ne kevnar e
Ez hîne yê bêzar im

Ez dilgêşê can im
Dengbêj im tembûrvan im
Leşker im şoreşvan im
Roja cengê ez şervan im

Bi vî rengê nûjen
Dil bi şadî, devken
Li xan û eywanan
Dixwînim xweşxwanan

Li cem dost û hevalan
Dixwînim xweşxwanan

Ez dilgêşê can im
Dengbêj im tembûrvan im
Leşker im şoreşvan im
Roja cengê ez şervan im

Roj û şevên şadî
Wê bikin Kurd û Madî
Kes nabe êdî Cegerxwîn
Gişkê bêje çi xweş e jîn

Ez dilgêşê can im
Dengbêj im tembûrvan im
Leşker im şoreşvan im
Roja cengê ez şervan im

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?