Şivan Perwer - Ez Gul im Tu Beybûn î
wêneyê hunermendî:ê 233 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Ez Gul im Tu Beybûn î

Ez nar im hay tu nar î
Ez gul im hay tu beybûn î
Ez dilê keça dihelînim
Tu dilê xorta dişewitînî

Narîna minê lê rewşenê
Delala minê lê Eyşanê
Delalê tu xeber xweş î
Rindikê tu xeber xweş î
Ji êvar da li benda te me
Kerem ke de tu were hewşê

Delalê tu gul î horiyê
Seyranê tu gul î horiyê
Spîndaroka serê sorêka min
Hejaroka nava sorê min
Mêvanên te bi rê birin rêke dûr
Qederkê ji malbavê dûrî min
Mêvanên te bi rê birin rêke dûr
Qederkê ji malbavê dûrî min

Ez gulçîn im tu gulnevşen î
Ez çavşîn im tu çavreş î
Gul û gulçîn û gula darên min
Gerdenkê wê gulê neçînin
Gul û gulçîn û gula darên min
Tu pir şêrîn û tu pir xweş î lê…

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?