Şivan Perwer - Gelî Şoreşvan Gelî Şoreşger
wêneyê hunermendî:ê 414 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Gelî Şoreşvan Gelî Şoreşger

Gelî şoreşvan gelî şoreşger
Em ji rê dernakevin

Em ji rê dernakevin çendan bibênin zilm û zor
Lewleb û çerxa cîhanê, geh li jêrîn geh li jor

Nîvê karker dar bi dest in, êdî her dem kêferat
Va nêzîk bûye dema me, karê dinya tim bi dor

Gelî şoreşvan gelî şoreşger
Em ji rê dernakevin

Win li Çîn û rojhilatê meyzekin, xweş meyzekin
Tev di vê rê de dibazin, wek pilingan gore qor

Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?