Şivan Perwer - Girîng e Jin û Mêr Tev Rabin
wêneyê hunermendî:ê 295 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Girîng e Jin û Mêr Tev Rabin

Li şayê, li şewrê, li cengê
Girîng e ku jina Kurd, qîza Kurd,
Li kêleka mêrê Kurd û xortê Kurd cih bigre
Lew roja teng de, di roja fireh de, li şêrê de,
Ew wê kanibe li kêlaka wî bisekine wek daxwaziya wî, wê derd û kulê jî bikşîne
Neha gotina me ji keçê Kurda re û bersîvê wan.

Keçê binêr çerxa cîhan zor girêdan nemîne li dor
Jin çûnê pêş, pir dixwînin, êdî kelem kete şûna şûr

Keçê em dixwazin bi me re werin şewrê
Dilo em dixwazin bi me re rabin cengê
Hayê hayê em keçikê kurdan in
Şêrîn û şeng in, li hêviya merdan in
Hayê hayê em kulîlkê kurdan in
ji derdê nezana ber bend û ser wenda nin

Serê xwe rake keça kurda dil û cegerê min heliyan
Ka niştîman ka azadî, ka dayikên me sêwiyan

(Dîsgotin)

Xwîşka delal ji bo welat gerek mêr û jin tev rabin
Kî naxwaze, paşve rûyê, ne perwer in azad nabin

(Dîsgotin)

Çi jin û mêr gundî rençber karker xebatkar xwendevan
Welatparêz û perwer bin hûn roniya çavê Şivan

(Dîsgotin)

Erê delalê hûn kulîlkê kurdan nin
Ji derdê nezana ber bend û ser wenda nin
Hayê hayê hûn kulîlkê kurda ne
Ji derdê nezana ber bend û ser wenda ne

Erê xwuşkê hûn kulîlkê kurdan e
Derdê malxwîyê mala
Ji derdê feodala ber bend û ser wenda ne
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?