Şivan Perwer - Perîşanim
wêneyê hunermendî:ê 229 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Perîşanim

Ez bûm dara di devê rê da
Ey wax, hey wax, mala min

Kî hat û kevrê xwe lêda
Ey can, hey can, hale min

Ketim bextê we û xwedê da
Ev çi hatiye serê min

Can perîşan , mal perîşan , hal perîşan
Perîşan
Dil perîşan , gul perîşan , bilbil perîşan , perîşan

Bûm bilbilê baxê dêran
Ey wax, hey wax, mala min

Bang kir herdem bi ax ê fixan
Ey can, hey can, hale min

Da ku baxê min nemîne wêran
Ji bêr wê ye axîna min

Can perîşan , mal perîşan , hal perîşan
Perîşan
Dil perîşan , gul perîşan , bilbil perîşan , perîşan

Hey ilbilê dilşadî, hele wer ba min

Were bixwînin bi dengê xweş li baxê min, hêyy..
Bila guhdar bê cîhan, bi dengê te û min, hêyy..

Ax eman eman
Hê hê
Were bilbilê min
Da ku vebin gul
Xweş be dunya te û min

Can perîşan , mal perîşan , hal perîşan
Perîşan
Dil perîşan , gul perîşan , bilbil perîşan , perîşan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?