Şivan Perwer - Qumrîkê
Gotinên Stranan
Şivan Perwer - Qumrîkê
Qumrîkê ez romî me belêDelalê ez romî me
Kumsor û efendî me belê
Kumsor û efendî me
Xulam çavên reşbelek
Aşiqa keçka gundî me
De yar yar yar, de yar yar yar
Bê te sebra/xewka min nayê
Qumrîka li ser zinara belê
Delala li ser zinara
Kulîlka nava dara belê
Kulîlka nava dara
Heyfa çavên reşbelek
Ketiye destê neyara
De yar yar yar, de yar yar yar
Bê te sebra/xewka min nayê
Qumrîkê ser bi zêr e belê
Delalê ser bi zêr e
Sîng dergeha bajêr e
Heyfa çavên reşbelek
Qumrîkê didin mêr e
De yar yar yar, de yar yar yar
Bê te sebra/xewka min nayê
Şîrove