Şivan Perwer - Serhildan Jiyan e
Gotinên Stranan
Şivan Perwer - Serhildan Jiyan e
Girtiyê azadiyê, di zindanê de weke şêrekî birîndar, ku di qefesa xwe hilnayê.Carê hêz da xwe û hate xwe û got:
Serhildan jiyan e berxwedan jiyan e
Serhildan li serê çiyan, hêy
Berxwedan di nava zindan
Dengê xorta xweş tê min
Hele dengê keçên dilovan
Serhildan, berxwedan…
Serhildan jiyan e hêy hêy
Berxwedan jiyan e
Rawestan ne karê me ye
Pêşveçûn armanca me ye
Kurdistan li hêviya me ye
Çavên wê li rêça me ye
Serhildan, berxwedan…
Serhildan jiyan e hêy hêy
Berxwedan jiyan e
Dengê karker ji karistanê
Yê xwendevan ji dibistanê
Dengê pêşmerge ji qadê tê
Dengê şehîd ji goristanê
Serhildan, berxwedan…
Serhildan jiyan e hêy hêy
Berxwedan jiyan e
Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove