Şivan Perwer - Tembûra Min
Gotinên Stranan
Şivan Perwer - Tembûra Min
Tebaxa 1996’an ez li welat bûm. Êvara hênik, bayê rojava gelek xweş e li serê Selheddîn Mesîf. Me li bajarê Hewlêrê dinihêrî, û ez û tembûra xwe bi hev re mijûl bûn.Tembûra min, hevala min, bêkesa min, delala min
Gava bêjim ez derdê xwe
Te datînim ser çoka xwe
Te re dibêjim derd û kula
Tembûra min, hevala min
Tembûra min, tu hevala min e, dinalîne
Welatê min par par maye
Gelê min tev neçar maye
Dikim nakim kanras nabe
Bo çi yekîtiya me nabe
Wa Xwedêyo ev çi hal e
Bo çi nade mehmecal e
Me ne dost e, ne heval e
Hêvî bû xewn û xeyal e
Têlê zirav tu dinalî
Baş dizanî bi vî halî
Tembûra min em bibêjin
Belkî bihar bixemilî
Gava’g bihar bixemilî
Ez bilbil im, tu jî gul î
Tembûra min, hevala min, bêkesa min, nalîna min
Tembûra min, ka em bêjin, binalin. Dengê min û te li ruyê erdê belav be, bikeve guhên qirêj, da ku xweşî û rindî bikeve dilê mirovan. Hevala min, bêkesa min, nalîna min, evîna min.
Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove