Siya Şevê - Sitê
wêneyê hunermendî:ê 179 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Siya Şevê - Sitê

erê lê dayê
rast e
jiyan bila bibore, mirin paqijî ye
dayê ka dolbenda morî li ser teyî
dayê ka porsima zêr li ser zêrayî
dayê ka destê te her ro li min pêçiyayî
dayê ka şîrê te bi dilê te keliyayî

erê lê dayê
jiyan bila bibore, mirin paqijî ye
rêhevalên can paş xwe nenêrî çû
dostên keda salan dor xwe nenêrî çû
bav ku soza wî giran, soza xwe avêt û çû
yara çeleng û xweş nav derewa herikî çû

erê lê dayê
jiyan bila bibore, mirin paqijî ye
erê lê dayê
ez dûr im
ez dûr im, dûr im, dûr im
binê bîra reş û kûr im
her der bûye havîn bihar
ez li ber bayê kûr im

lê sitê tu wer neçe
şevên bêkes xewna min pêçe
dibe carek destê te digrim
ez li desta hûrê hûr im

lê dayê tu wer neçe
şevên bêkes xewna min pêçe
dibe carek destê te digrim
ez li desta hûrê hûr im

divê êdî hîv negere
sal negere, ro negere
tirs li gora cîh negere
ez heziya gorê sar im

erê lê dayê
rast e
jiyan bila bibore, mirin paqijî ye
mirin pagijî ye, mirin paqijî ye
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?