Strango - Agir Berdaye Dilê Min û Ev a Ev a
wêneyê hunermendî:ê 181 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Strango - Agir Berdaye Dilê Min û Ev a Ev a

Agir berdaye dilê min wê helandiye canê min
D’ber mi dibûre l’mi nanere awrê dijwar davêje min

Mala me’l cem mala we ye dilêm gelek ser te heye
Hêvîdarim tu vegere ev dil birîndarê te ye

Gava ji xewê radibe kirasê mexsî li ba dibê
Di ber mi’dibûre li mi nanere aqil û sewda bela dike

Mala me cîranê we ye dilêm gelek ser te heya
Hêvîdarim tu vegerê ev dil birîndarê te ya

Ev a Ev a
Ev e ev e ev e ya ku dibêjim ev e
Xewa çavêm nayê ne bi roj û ne bi şeva
Terha çavêm nayê ne bi rtoj û ne bi, şeva

Sed qîzî bidne min bi wan qayîl nabim
Derdê mi şêrînam ez wê nadim bi teva
Ev a ev a ev a , ya ku midgo ev a

Dilê xwe raxistî bi gul û beybûna
Terha çavêm nayê neb roj û neb şeva
Sed qîzî bidne min qet mi ew navên
Derdê mi şêrînam ez wê nadim bi teva

Gotin: Miradê Kinê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?