Strango - Nebêje Na
Gotinên Stranan
Strango - Nebêje Na
Çi bêjim ez mebê: Na naGuhê min tim li ber ‘’Na’’ ye
Bi vê ‘’na’’ yê te şîşa sor
Di nêva dil da badaye
Tu zanî ‘’na’’ çi dijware?
Ji ber wê dil tijî are
Perîşan û giranbare
Bihara dil çi ‘’na na‘’ ye?
Ji ber nayê dinalim ez
Wekû nayê dikalim ez
Nizanî pîr û kalim ez
Me fersende bernedaye
Mi dil suhtî ji ber nayê
Were guhdêrê ber nayê
Dikin gazî werin rayê
Ku ev paye hemî ba ye
Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Strango
Şîrove