Tahsîn Taha - Ay Lê Canê
wêneyê hunermendî:ê 516 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Tahsîn Taha - Ay Lê Canê

Akrê serkeftin mêvanî Akrê serkeftin mêvanî
Akrê serkeftin mêvanî çûme Akrê bi mêvanî
Min carek dît li ser banî ay lê canê ay le canê
Ez qûrbana vê gerdenê ez heyrana vê gerdenê
Lê lê lê canê
Min nezanî ya bi xwedanî min nezanî ya bi xwedanî
Min nezanî tu bi xwedanî min nezanî tu bi xwedanî
Tû ji min re manî sermiyan î ay lê canê ay lê canê
Ez qûrbana vê gerdenê ez helandim vê didanê
Lê lê lê canê
Ez mêvan im li xerîba ez mêvan im nav xerîba
Ez mêvan im li xerîba ez mêvan im li xerîba
Dikime şerê bê bava ay lê canê ay lê canê
Ez qûrbanê vê gerdenê ez heyranê vê gerdenê
Lê lê lê canê

Gotin û Muzîk: Tahsîn Taha
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?