Tahsîn Taha - Dengê Dilî
wêneyê hunermendî:ê 324 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Tahsîn Taha - Dengê Dilî

Were bigire destê min
Sehke dengê dilê min
Bizane çend e viyana min
Rehmê bibe bi halê min

Dilê min yê ketiye vînê
Viyana memê bo zînê
Belê min gut ax şirînê
Xozî em pêk ve bikevînê

Viyana jidil xuşe canê
Dê tenaket êş û janê
Ha destê min bigire hanê
Da bijîn bes bu viyanê

Helbest: Xalid Mihemed Emîn
Awaz: Şêrzad Mihemed Seîd
Gotin: Tahsîn Taha
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?