Tahsîn Taha - Koçerê
wêneyê hunermendî:ê 267 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Tahsîn Taha - Koçerê

Koçerê way koçerê...
narûnê narûnê hey nar
Koçerê way koçerê...
Xwar bûm li ser bejnê da

Koçera ji berya bê av, narûnê narûnê hey nar
Koçera ji berya bê av, xwar bûm li ser bejnê da
Ew pîrê bê ser û çav, narûnê narûnê hey nar
Çawa dizî bejna zirav, xwar bûm li ser bejnê da

Zibara serbas hisîn, narûnê narûnê hey nar
Delala serbas hisîn, xwar bûm li ser bejnê da
Van wawa dil lerizîn, narûnê narûnê hey nar
Pismama dotmam dizîn, xwar bûm li ser bejnê da

Koçera çûye li ber pezî ay...
Ew bişkuvî dilkê min ê reben bi xwe ve lerizî
Koçera malxirap bo çî te ew dilkê nazik ji min vedizî
De hûûûû ay Koçerê, de hûûû ay Koçerê

Koçera li ber pezî, narûnê narûnê hey nar
Di babva li ber pezî, xwar bûm li ser bejnê da
Piskori Dil velerzî, narûnê narûnê hey nar
Koçerê te bo çî ji min dizî, xwar bûm li ser bejnê da

Gotin û Awaz: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?