Temo Nasir Bedirxan - Êvar
Gotinên Stranan
Temo Nasir Bedirxan - Êvar
Êvar ePir sar e
Çol e, gir û çiyan bê dar in
Tarî ye
Zarî ye
Bê te dil û can birîndar in
Welat e
Şewat e
Hêstirên min dikevin; çem e
Ax Dîlê min
Dilê min
Êdî were delalê! dem e
Adar e
Hawar e
Camêr tev dimeşin, bê Al in
Stran e û deng e
Gul e bê reng e
Di mehdikan de zaro dinalin
Helbest: Kamîran Elî Bedirxan (Kulîlkên Ezêb)
Muzîk: Temo Nasir Bedirxan
Şîrove