Teq û Req - Perîşan
wêneyê hunermendî:ê 124 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Teq û Req - Perîşan

Gul û sosin gul vedane Perîşan
Ez qurbana rêçûna te me delal
Tu digerî di nava gund de Perîşan
Dilê xortan dişewitînî delal

Hey Perîşan
Dilê min ketiye te Perîşan
Emrê min î tu Perîşan
Bedewa min

Hey Perîşan
Dilê min ketiye te Perîşan
Ruhê min î tu Perîşan
Delala min

Va dilê min ji te re rê ye Perîşan
Her çar alî gul tijî ne delalê
Şev e reş e hîv dernayê Perîşan
Dewsa hîvê ji malê derê delalê

Hey Perîşan
Dilê min ketiye te Perîşan
Emrê min î tu Perîşan
Bedewa min

Hey Perîşan
Dilê min ketiye te Perîşan
Ruhê minî tu Perîşan
Delala min

Helbest: Ordîxanê Celîl
Mûzîk: Kerem T. Gerdenzerî
Sererastkirin: Teq û Req
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?