wêneyê hunermendî:ê 41 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ûsivê Elîyê Mihikê - Xezalê

Ho yo wezê xezal im, xezala çiyangê Şengalê lê lê lê lê wê bi dar e,
Wez ê werdek im werdekî golî Şiranê, lo lo lo lo, wê bi zarê.
Were wezê destê qecerê papasê gundê mêra da lê û lê lê tengezar im.
Ho yo lê qecero papazo lo lo lo lo mi berde,
Nav xwarina mi evdala Xwedê li mal da li mi bûye lo kul û derd e,
Were doşeka mi evdala Xwedê cîle ber seriya mi lo li erdê,
Qecerê papasê mêra xezalê canê lê mi bernade hê û hê.
Ho yo minê go xezalê canê lê û lê lê û lê lê da bibînî,
Ji gulê ji sosinê, ji darê ji darçînê, ji mixê ji mixêkê, ji rihanê lê lê û lê lê da bi bîn î,
Qecerê papasê gundê şindê bûmê mêra,
Şevekê nîvê şevê dikevê ji nava sing û berê mi evdala xwedê,
Ji gulê ji sosinê, ji darê ji darçînê, ji mixê ji mixêkê, lê diçirpînî, hê û hê.
Ho yo bira Xwedê dê û bavê mi ra nehêle,
Çawa wezê negirtim nedame xortekî çarde salî, lê û lê,çaxa mi ra,
Wezê girtim dane qecerek ji qecerek lo ji papasekî mêra.
Ho yo xangê qecerê papasê mêra lê lê û lê lê, wê bi bîn e,
Xezala canê wezê roja hesab dikim roja hefta lo lo, dora min e, hê û hê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î