Ûsivê Etar - Nîgara Heso
wêneyê hunermendî:ê 63 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ûsivê Etar - Nîgara Heso

He way wayê de way wayê, way wayê, way Nîgarê,
Nîgara Heso, xwe aliye tavê da ba kir qesta delaliyê dilê xwa kir,
Wezê heta çûme welatê xerîba zivirîm hatim,
Hela wê gulê siyarê elê destê Nîgara Heso destê mi xelas kir,
Wele nayê, bîle nayê, wezê çûme ber tê be tê nayê,
Heta xwaş bim rûbarî dinyayê tu car tu car kula Nîgara Heso dilê lê, mi dernayê.
Waxe de hay wayê, way wayê, way wayê, way Nîgarê,
Ê de divê dîkê nîvê şevê li me rabû,
Dikê nîvê şevê li me rabû, wele mi nemayê,
Nîgara Heso mala bavê derketiye lo çira vî heva bû,
Wezê heta çûme welatê xerîba zivirîm hatim,
Destê Nîgara Heso destê mi xilas bû,
Wele nayê, bîle nayê, wezê çûme ber tê be tê nayê,
Heta xwaş bim rûbarî dinyayê, tu car tu car kula Nîgara Heso dilê lê mi dernayê.
Wayê de hay wayê, way wayê, way Nîgarê,
Gelî malî gundîno, gelî xwayî xwedano,
Bejna Nîgara Heso dara nava çêrê,
Wezê heta çûme welatê xerîba zivirîm hatim,
Destê Nîgara Heso girtin dane mala mêr e,
E de hay wayê, way wayê, way Nîgarê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î