Ûsivê Sêbira - Derwêşê Evdî
wêneyê hunermendî:ê 70 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ûsivê Sêbira - Derwêşê Evdî

Delal delalo, delal delalo, delal delalo, delal delalo,
Têlî heyra divê yarê Derwêşo, berîka me bişewite, berî bi ripîn e,
Berîka me bişewite, bi ripîn e,
Sê konê li binê berîka jêrîn vegirtine,
Konê pêşîn konê Zor Temîr Paşayê Milî,
Mala zengo zêrîn têlî Edlayê divê mala bavanê min e,
Konê dinê konê rehmetî apê min e,
Konê dinê konê keleş Derwêşê Evdî mil hi kilî çavê min e,
De wele mi go wezê nexweş im halê mi tu nîn e,
Bextê we Xwedê me konê Derwêşê Evdî ziyaret e,
Hûn ê mi qasekî mi bivine binî hey lo lo lo, hey lo lo lo, hey lo lo,
Eza nemînim li darî dinyayê piştî Derwêşê Evdî xeya lo lo lo lo lo.
Delal delalo, delal delalo, delal delalo, delal delalo,
Ya wer Derwêş, çima mi te divê, te mi navê,
Derwêş çima mi te divê, te mi navê,
Wele çawa mi te divê, te mi navê,
Ezî bala xwe didimê minê malekî zor î zaf î giran ji te navê,
Minê keriye miya, colî berxa ji te navê,
De wele minê ji te divê, berçîtekî dara,
Min kutekî ji darî, darî benavê,
Malê me danîne li kewkebî bilind Çiyayê Evdilezîzê ya Derwêş li vê ortê li vê navê,
Xwedê zane gava keleş Derwêşê Evdî bive mêvanî mala bavê mi keçikê mi
bêtilheyayê,
Eşîra Kîka, Mila, binî konê reş î erebî rûniştî ne,
Ji xeynî Derwêşê Evdî, kekê Sadûn lawikê êzîdî, mi tu Îbadî navê,
Hey lo lo lo lo lo, hey lo lo lo, eza nemînim li darî dinyayê xeya lo lo lo lo.
Delal delalo, delal delalo, delal delalo, delal delalo,
Yawer Derwêş Mêrdînê bişewite li pozî zinêr e,
Mêrdînê bişewite li pozî zinêr e,
Ezî bala xwe didimê, sibê mi kubarî sibê ra, qebeqeba kewî nêr e,
Wele keleş Derwêşê Evdî Urfayê dikişîne ji qewnêr e,
Sînekî Eyntabê dikişîne derza qolincê re,
Lingê xwe kire likêba Urfayê,
Îro sê ro xwe berdabû berîka şewitî benî wî bişewite li mi jêr e,
Hey lo lo lo lo lo, hey lo lo lo, eza nemînim li darî dinyayê xeya lo lo lo lo.
Delal delalo, delal delalo, delal delalo, delal delalo,
Sibê bi kubarî sibê re, bi azîna melê re, qebeqeba kewî nêr re,
808
Minê gazî kirî Fato Eyşê çil qîzikê gundiya, serê mi şûştin avî gula sabûna Helebê,
Çil û çar gulî honabûn berdabû navê, minê li bejnê xwe berdabû şalqunî mîratê
Şamê,
Tena kirasî melese sibê kubarî sibê re, ezê meşiyam kanîka Dezileyna şewitî,
Pêşiya keleş Derwêşê Evdî delalî malê pê re,
Mi dî sibê bi kubarî sibê re hatî huşîna Urfayê,
Pê re pê re qîrîna keleş Derwêşê Evdî lawikê delalî malê pê re,
Yawer mi go Derwêş peya be, peya be, hunerê çokê mi peya be,
Qewetê milê mi peya be,
Serê mi bi gorî, seheta mi qurbano,
Derwêş xeyîdiye mi ra xeber nade,
Derwêş yawer mi go peya be,
Li mi qerar û wade be,
Ez ê te nadim Hemê kin her du lawê Mûsik,
Roja dinya ava bû, evan şêra qurişekî navên xizna xunkêr e,
Rojê sê car kumê xwe davêjin qedê ji belê re,
Ji qar û qitranê kurê bava nabin têr e,
Hey lo lo lo lo lo, hey lo lo lo, eza nemînim xeya lo lo lo lo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?