Ûsivê Sêbira - Hey Nar
wêneyê hunermendî:ê 34 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ûsivê Sêbira - Hey Nar

Govend hatî bi hey nar, Pîr Hebîba cey nar,
Tew, govend hat û tew tew tew, Pir Hebîba ey nar.
Xelq kişiyanê bi ey nar, mertalî zîv e cey nar,
Xelq kişiyanê tew tew, mertalî zîv e ey nar.
Govend xweş kir ey nar, keçkê kirîva ey nar.
Govend hat û bi hey nar, ban û ban e cey nar,
Govend hat û tew tew tew, ban û ban e ey nar.
Xelq kişiyanê ey nar, ji gundan e cey nar,
Govend xweş kir tew tew, keçikê reyisan e cey nar.
Govend hat û bi hey nar, banê meo bi cey nar,
He çî hat û tew tew destî bi hineo hey nar.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?