Xatoyê Hemo - Bavê Fexî
wêneyê hunermendî:ê 30 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xatoyê Hemo - Bavê Fexî

Hayî haydê, haydê minê, hewar li minê, hewar li minê,
Ay dê dilê minê şev e, li min şev e,
Ay de siyarê Mala Nasir siyar bûne, minê balaş beda,
Ê da Bavê Fexriya ne li tev e ax,
Ay salixa bi solixa divên Bavê Fexriya a sê gula birîndar e ax,
Wezê bêjim hekîmo doxtoro, wezê bextê te me,
Wezê ber û memikê xwe jêkim ji Bavê Fexriya ra têke derman mîn û kew e,
De bira li Bavê Fexriya here nava heval û hogira gera şêr,
Seqetî destê Bavê Fexriya da tune be.
Ay a dilê minê ji îniyê heya îniyê hay li minê,
De çawa lingê bavê Fexriya nagire rikêfê destê wî maqûlî nagire dizgîniyê,
Siyarê Mala Nasir siyar bûne li hevra dinê,
Tawetî nakeve Bavê Fexriya têkeve nivînê ax.
Ay sala par van çaxa li Bavê Fexriya gula li min, hawar nayê, hawar li minê,
De hûn ê bala xwe bidinê salê îsalînê çawa birîndarê şûra na qemayê,
De wezê bêm Bavê Fexriya ra tewr uxiyar u bikêb sava gerim rûbarê dinyayê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?