Xatoyê Hemo - Eyşana Elî
wêneyê hunermendî:ê 47 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xatoyê Hemo - Eyşana Elî

Ay de lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê wayê,
Ay de li mi go Eyşanê lê wayê, sivikê lê wayê, birûqelemê lê wayê,
Koçerê çûçikê xweş hevalê.
Gelî li hevalna, cînarna, rast e li Eyşana Elî demê xwe va pir qemer e,
Zerê zer memikê Eyşana Elî sêvê xwordînin Eyşan,
Ay dê kulîlka nava şovan û mêrgayê,
Qudreta Xwedê çevikê danû reş in,
Kilê sibhanî lê neke qe jê nayê.
Ay de lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê wayê,
Lê lê lê lê Eyşanê lê wayê, çûçikê, koçerê, xweşhevalê,
Gelî li hemiyana cînarina, rast e Eyşana Elî demê xwe va pir qemer e,
Sing û berê Eyşana Elî wisan e mînanî peleke pela berfa Çiyayê Melezgirê,
Meha temûz û tebaxê lê bê birinca lê tevê dayê,
Bextê mi ra qamê dilo perî perî niqut niqut heliyayê,
Ay dê kulîlka nava şovan û mêrgayê,
Qudreta Xwedê çevikê danû reş in,
Kilê sibhanî lê neke qe jê nayê.
Ay de lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê wayê,
Ê lê mi go Eyşanê, lê lê lê wayê nazikê, çûçikê, koçerê, xweşhevalê,
Malxirabê de mi go kirasê te yî tenik î pela me de tu bera bejna xwe meke,
Nava şewitî xopanê gundê me da qe megere,
Çima tu nizanî zilamê gundê me pir in pirgelî ne, seva te û çavê biriyê reş û
belek heliyane lê.
Ay de lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê wayê,
Eyşanê lê wayê, sivikê, birû qelemê, koçerê, xweşhevalê,
Malxirabê de tu ser baniya xwe meke,
Gelî hemiyana, cînara de hûnê biriyê çava,
Ber û bejna li Eyşana Elî bikin Eyşanê ay ax,
Ay dê kulîlka nava şovan û mêrgayê,
Qudreta Xwedê çevikê danû reş in,
Kilê sibhanî lê neke qe jê nayê.
Ay de lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê wayê,
Ay de li xizêm şorê dosta kemê malxirabê çima tu nizanî,
Îsal çend û çend salê min in,
Wezê ber çav û biriyê tenê reş û belek ketime,
Wezê heta rokê sax bim rûbarê dinyayê,
Hela wezê sala te vê bejnê ne poşmanê,
Ay dê kulîlka nava şovan û mêrgayê,
Qudreta Xwedê çevikê danû reş in,
Kilê sibhanî lê neke qe jê nayê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î