Xecê - Şox û Şengê
Gotinên Stranan
Xecê - Şox û Şengê
Şox û şengê zuhrerengê, dil ji min bir dil ji minAwirên heybet pilingê, dil ji min bir dil ji min
Surşirînê nazenînê, kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê, dil ji min bir dil ji min
Xweş xeramê ez xulamê, nazikê şêrîn kelamê
Tu tiya eywan meqmê, dil ji min bir dil ji min
Ruhniya çavên Melayî, ew teceliya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî, dil ji min bir dil ji min
Helbest: Melayê Cizîrî
Muzîk: Xecê
Şîrove