wêneyê hunermendî:ê 887 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Amed

Amed. Amed... diya min amed
Amed. Amed... bûka welatê min amed
Herdu rûyên te urfa û mihabad..
Herdu biskên te dicle û ferat...
Bilind enya te sîpan û xelat...
Namus û şerefa kurda, amed...

Tu îro bu ye zîndan ji me re...
Bi kuştin û îdam ji keç û xortên te re...
Li ser te danîne, sînor bi top û tang û firok disere.
Namus û şerefa kurda, amed...

Wek te birîndarin. Dêrsim û Banê
Wek te perîşanin Kerkuk û Hewlêr û Bedlîs/Wanê
Wek te şop girêda yîne, Efrîn û Qamişlo û Kobanyê
Namus û şerefa kurda, Amed...

Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?